Xezal: Fatîme, ez amadekarîya dersa xwe dikim. Mijara dersê, endamên laşê mirovan e. Hin pirsyarên min hene. Tu dikarî alîkarîya min bikî?
Fatîme: Erê, ez alîkarîya hevala xwe bikim. De pirsyarên xwe bike?
Xezal: Çend cure endamên laşê mirovan hene?
Fatîme: Du cure ne: Endamên navekî û endamên derekî. Endamên navekî xuya nabin, lê endamên derekî xuya dibin.
Xezal: Kîjan endam navekî, kîjan derekî ne?
Fatîme: Dil, gurçik, pişik, mîde, kezeb û rodî endamên navekî ne. Dest, ling, çav, guh, poz, ziman û didan derekî ne. Her endamekî laşê mirovan, bi kêrî tiştekî tê.
Xezal: Dil bi kêrî çi tê?
Fatîme: Dil, xwînê li laşê mirovan belav dike.
Xezal: Lê gurçik?
Fatîme: Gurçik, tiştên zîyandar ji xwînê derdixe û xwînê paqij dike.