Kurdîzan

CIHNAVA "XWE" Û "HEV"Ê

1. Cihnava "hev"ê:

a) Karên ku bi hev ra û beranberî hev tên kirin, nîşan dide.

  • Em hev dibînin.
  • Divê em hev neêşînin.
  • Kes êdî li hev napirse.

b) Bi navan ra ravekan çê dike û dibe raveker:

  • Em birayên hev in.
  • Baran û Ronî pismamên hev in.
  • Xwendekar hevalên hev in.
  • Ez û tu dostên hev in.

2. Cihnava "xwe"yê:

a) Karên ku tên kirin, li bikerê vedigerîne.

  • Ez xwe dişom.
  • Ew xwe amade dike.
  • Kes êdî xwe naêşîne.

b) Bi navan ra ravekan çê dike û dibe raveker. Di vê rewşê da manaya xwedîtîyê dide.

  • Wî, pereyê xwe winda kirîye.
  • Ew, cîranên xwe zêde nabîne.
  • Min bêrîya dostên xwe kirîye.