Kurdîzan

TEMA: ENDAMÊN LAŞÊ ME

  • endam, laş, xwîn, zîyandar, endamên laşê mirovan, endamên navekî, endamên derekî, laşê mirovan
  • De pirsyarên xwe bike? Çend cure? Dil bi kêrî çi tê? Lê gurçik?
  • Em bi guhên xwe hev dibihîzin.
  • xuya bûn, belav kirin, derxistin, paqij kirin
  • dil, gurçik, pişik, mîde, kezeb, rodî, dest, ling, çav, guh, poz, ziman, didan

RÊZIMAN: CIHNAVA "HEV" Û "XWE"YÊ

  • cihnava "hev"ê
  • çêkirina ravekan bi cihnava "hev"ê
  • cihnava "xwe"yê
  • çêkirina ravekan bi cihnava "xwe"yê

ENDAMÊN LAŞÊ ME

  • Xezal: Fatîme, ez amadekarîya dersa xwe dikim. Mijara dersê, endamên laşê mirovan e. Hin pirsyarên min hene. Tu dikarî alîkarîya min bikî?
  • Fatîme: Erê, ez alîkarîya hevala xwe bikim. De pirsyarên xwe bike?
  • Xezal: Çend cure endamên laşê mirovan hene?
  • Fatîme: Du cure ne: Endamên navekî û endamên derekî. Endamên navekî xuya nabin, lê endamên derekî xuya dibin.
  • Xezal: Kîjan endam navekî, kîjan derekî ne?
  • Fatîme: Dil, gurçik, pişik, mîde, kezeb û rodî endamên navekî ne. Dest, ling, çav, guh, poz, ziman û didan derekî ne. Her endamekî laşê mirovan, bi kêrî tiştekî tê.
  • Xezal: Dil bi kêrî çi tê?
  • Fatîme: Dil, xwînê li laşê mirovan belav dike.
  • Xezal: Lê gurçik?
  • Fatîme: Gurçik, tiştên zîyandar ji xwînê derdixe û xwînê paqij dike.
  • Xezal: Guh bi kêrî çi tê?
  • Fatîme: Em bi guhên xwe hev dibihîzin.
  • Xezal: Çav bi kêrî çi tê?
  • Fatîme: Em bi çavên xwe hev dibînin.
  • Xezal: Gelekî spas.
  • Fatîme: Spas xweş.