
TEMA: LI BAZARA TAXÊ
- Xêr e? Yên sor yan yên zer?
- Yên sor xweş in. Sêvên çawa?
- dezgeha sebzeyan, bazara taxê
- milê rastê, milê çepê
- hatin, heye, danûstandin kirin, standin, behs kirin, kirîn, pêşnîyaz kirin
- ji ber vê, nexwe, bi hev ra, gelo, ji ku, bi rastî jî, ji vir, ev cure, her dem, hefteya borî
- fêkî, zebeş, sêv, porteqal, kîvî, mûz, kartol, gêzer, tivir, pîvaz, îspenax, mêvan, biav, tam
RÊZIMAN: CIHNAVÊN PIRSYARÎ
- cihnava "kî"yê, cihnava "kê"yê
- kîjan, kîjanê, kîjanî, kîjanan
- ku/ku derê
- li ku/li ku derê, ji ku/ji ku derê
- ber bi ku ve/ber bi ku derê ve
- di ku da/di ku derê da
LI BAZARA TAXÊ
- Zelal: Merheba Silhedîn.
- Silhedîn: Merheba Zelal.
- Zelal: Xêr e, tu îro hatîyî bazara taxa me?
- Silhedîn: Mêvanên me hene. Ji ber vê ez hatim bazarê.
- Zelal: Mêvanên we kî ne?
- Silhedîn: Dê û bavê min hatine.
- Zelal: Nexwe em bi hev ra danûstandinê bikin.
- Silhedîn: Baş e. Min ji dezgeha sebzeyan îspenax, kartol, tivir, gêzer û pîvaz standine. Gelo em fêkîyan ji ku bikirin?
- Zelal: Ez fêkîyên xwe her dem ji vê dezgeha mezin dikirim.
- Silhedîn: Tu behsa kîjanê dikî? Ya milê rastê yan ya milê çepê?
- Zelal: Ya milê rastê. Were em biçin.
- Silhedîn: Bi rastî jî fêkîyên vê dezgehê gelekî baş in.
- Zelal: Tu dê ji vir çi bikirî?
- Silhedîn: Ez dê sêv, porteqal, kîvî û mûzan bikirim.
- Zelal: Tu sêvên çawa dixwazî? Yên sor yan yên zer?
- Silhedîn: Yên sor xweş in. Gelo tu kîjan porteqalan pêşnîyaz dikî?
- Zelal: Ev cure gelekî biav in. Hefteya borî min kirîn, tama wan xweş bû.
- Silhedîn: Spas dikim Zelal.
- Zelal: Li ser çavan.