Kurdîzan

CIHNAVÊN PIRSYARÎ

3. Bêjeya "çi"yê ji bo pirsîna biker yan jî berkarên nemirov tê bikaranîn.

  • Çûk firîyan.
  • Çi firîyan? (dema borî, bikerê dipirse)
  • Pisîk şîrî vedixwe.
  • Çi şîrî vedixwe? (dema niha, bikerê dipirse)
  • Me zebeş xwar.
  • Me çi xwar? (dema borî, berkarê dipirse)
  • Ez avê vedixwim.
  • Ez çi vedixwim? (dema niha, berkarê dipirse)

4. Cihnava "ku"yê digel pêşdaçek û bazinedaçekan û carinan jî bi bêjeya "der"ê ra tê bikaranîn û navên cihan dipirse.

  • Ew li malê ne.
  • Ew li ku ne? / Ew li ku derê ne?
  • Ez ber bi bazarê ve diçim.
  • Ez ber bi ku ve diçim? / Ez bi ku derê ve diçim?
  • Mişk di kuna xwe da ne.
  • Mişk di ku da ne? / Mişk di ku derê da ne?
  • Em ji zanîngehê dihatin.
  • Em ji ku dihatin? Em ji ku derê dihatin?

1. Pirsyarên jêrîn li gor metna "Li Bazara Taxê"yê bibersivînin.

2. Ji hevokên jêrîn kîjan ji alîyê Zelalê, kîjan ji alîyê Silhedînî ve hatine gotin? Binivîsin.