CIHNAVÊN PIRSYARÎ
2. Pirsyarên "kîjan, kîjanê, kîjanî, kîjanan"ê ji bo wan biker û berkaran tên bikaranîn ku bi rêya nîşandanê tên dîyarkirin.
a) "Kîjan" di demên niha û dahatî da, ji bo pirsîna bikerê tê bikaranîn.
| Ev, karê xwe dike. | Kîjan, karê xwe dike. |
| Ew dê rojnameyê | Kîjan, dê rojnameyê |
| bixwîne. | bixwîne? |
b) "Kîjan" di demên borî da eger kara hevokê têneper be, ji bo pirsîna bikerê tê bikaranîn.
| Ev hat mala me. | Kîjan hat mala me? |
| Ew çû bazarê. | Kîjan çû bazarê? |
c) "Kîjan" di demên borî da eger kara hevokê têper be, ji bo pirsîna berkarê tê bikaranîn.
| Min ev avêt. | Min kîjan avêt? |
| Te ew xist. | Te kîjan xist? |
d) "Kîjanî, kîjanê û kîjanan" di dema niha da, ji bo berkarê tên bikaranîn. "Kîjanî" ji bo berkarên nêr, "kîjanê" ji bo mê û "kîjanan" ji bo berkarên pirhejmar tên bikaranîn.
| Ez vî nabînim. | Ez kîjanî nabînim? |
| Tu vê xweş bi kar tînî. | Tu kîjanê xweş |
| bi kar tînî? | |
| Ew van baş dinase. | Ew kîjanan baş |
| dinase? |
e) "Kîjanî, kîjanê û kîjanan" di demên borî da, eger kara hevokê têper be ji bo bikerê tên bikaranîn.
| Vî, çente hilgirt. | Kîjanî çente hilgirt? |
| Vê, nan xwar. | Kîjanê nan xwar? |
| Van, tiştek nekir. | Kîjanan tiştek nekir? |