Kurdîzan

CIHNAVÊN PIRSYARÎ

Bêjeyên ku bi rêya pirsînê cihê navan digirin cihnavên pirsyarî ne. Kî, kê, kîjan, kîjanî, kîjanê, kîjanan, çi û ku ji van in.

1. Cihnavên "kî" û "kê"yê ji bo pirsîna mirovan tên bikaranîn.

a) Cihnava "kî"yê di demên niha û dahatî da, ji bo bikerê tê bikaranîn.

Heval nanî dixwe.Kî nanî dixwe?
Gundî dê ji sûkê bên.Kî ji sûkê hatin?

b) Cihnava "kî"yê di demên borî da ji bo berkarê tê bikaranîn.

Me mamosta dît.Me kî dît?
Wan Serdar nas nekir.Wan kî nas nekir?

c) Di demên borî da eger kara hevokê têneper be, ji bo pirsîna bikerê dîsa "kî" tê bikaranîn.

Ew çû malê.Kî çû malê?
Tu li malê raketibûyî.Kî li malê raketibû?

d) Cihnava "kê"yê di demên niha û dahatî da, ji bo berkarê tê bikaranîn.

  • Heval Rojdayê dibîne.
  • Heval kê dibîne?
  • Gundî dê wî bipejirînin.
  • Gundî dê kê bipejirînin?

e) Cihnava "kê"yê di hevokên demên borî da, eger kara hevokê têper be, ji bo bikerê tê bikaranîn.

Me mamosta dît.Kê mamosta dît.
Wan Serdar nas nekir.Kê Serdar nas nekir?