Kurdîzan

TEMA: LI BAZARA TAXÊ

  • Xêr e? Yên sor yan yên zer?
  • Yên sor xweş in. Sêvên çawa?
  • dezgeha sebzeyan, bazara taxê
  • milê rastê, milê çepê
  • hatin, heye, danûstandin kirin, standin, behs kirin, kirîn, pêşnîyaz kirin
  • ji ber vê, nexwe, bi hev ra, gelo, ji ku, bi rastî jî, ji vir, ev cure, her dem, hefteya borî
  • fêkî, zebeş, sêv, porteqal, kîvî, mûz, kartol, gêzer, tivir, pîvaz, îspenax, mêvan, biav, tam

RÊZIMAN: CIHNAVÊN PIRSYARÎ

  • cihnava "kî"yê, cihnava "kê"yê
  • kîjan, kîjanê, kîjanî, kîjanan
  • ku/ku derê
  • li ku/li ku derê, ji ku/ji ku derê
  • ber bi ku ve/ber bi ku derê ve
  • di ku da/di ku derê da

LI BAZARA TAXÊ

  • Zelal: Merheba Silhedîn.
  • Silhedîn: Merheba Zelal.
  • Zelal: Xêr e, tu îro hatîyî bazara taxa me?
  • Silhedîn: Mêvanên me hene. Ji ber vê ez hatim bazarê.
  • Zelal: Mêvanên we kî ne?
  • Silhedîn: Dê û bavê min hatine.
  • Zelal: Nexwe em bi hev ra danûstandinê bikin.
  • Silhedîn: Baş e. Min ji dezgeha sebzeyan îspenax, kartol, tivir, gêzer û pîvaz standine. Gelo em fêkîyan ji ku bikirin?
  • Zelal: Ez fêkîyên xwe her dem ji vê dezgeha mezin dikirim.
  • Silhedîn: Tu behsa kîjanê dikî? Ya milê rastê yan ya milê çepê?
  • Zelal: Ya milê rastê. Were em biçin.
  • Silhedîn: Bi rastî jî fêkîyên vê dezgehê gelekî baş in.
  • Zelal: Tu dê ji vir çi bikirî?
  • Silhedîn: Ez dê sêv, porteqal, kîvî û mûzan bikirim.
  • Zelal: Tu sêvên çawa dixwazî? Yên sor yan yên zer?
  • Silhedîn: Yên sor xweş in. Gelo tu kîjan porteqalan pêşnîyaz dikî?
  • Zelal: Ev cure gelekî biav in. Hefteya borî min kirîn, tama wan xweş bû.
  • Silhedîn: Spas dikim Zelal.
  • Zelal: Li ser çavan.