TEMA: GEŞTA SERHEDÊ
- geşt, gerîn, kom bûn, gihîştin, vegerîn, xwarin, vexwarin, xwaringeh
- bi rê ketin, berê xwe dan, ketin avê, biryar dan
RÊZIMAN: PIRHEJMARKIRINA NAVAN BI RÊYA PÊVEBERÊ
- pirhejmarîya navan di hevokê da
- pirhejmarkirina bikerê bi rêya pêveberê
- pirhejmarkirina berkarê bi rêya pêveberê
GEŞTA SERHEDÊ
Em îro ji bo geşta Serhedê ji Êlihê bi rê ketin. Hemû xwendekarên pola me heftê sibehê li pêşîya dibistanê kom bûn. Di heft û nîvan da jî mînîbus hat û em bi rê ketin. Em pêşî gihîştin Bedlîsê û li wir gerîyan. Di firavînê da piranîya xwendekaran biryan xwar, lêbelê çend kesan lehmecûn xwarin. Piştra me berê xwe da Tetwanê. Em li wir jî gerîyan û li kevîya Gola Wanê me çay vexwar. Berêvarê em gihîştin Artemêtê û li wir ketin avê. Em piştra çûn Wanê. Li wir ji bo şîvê em çûn xwaringehekê. Hevalan bi piranî masî xwar.
Li ser xwarinê em di derbarê bernameya roja duyem da axiftin. Me biryar da ku serê sibehê em li Wanê taştêyê bixwin û paşê berê xwe bidin Bazîdê. Em dê li Bazîdê pêşî biçin ser gora Ehmedê Xanîyî, paşê jî em dê biçin li Qesra Îshaq Paşayî bigerin. Ji wir jî em dê biçin Agirîyê û di heman rojê da vegerin Êlihê.