PIRHEJMARKIRINA NAVAN BI RÊYA PÊVEBERÊ
Di nava hevokê da nav her dem bi paşgira "-an"ê nikarin bibin pirhejmar. Di vê rewşê da paşgira "-(i)n"ê ya pirhejmarîyê tê ser pêveberê û navan dike pirhejmar. Ev ji ber rêzikên tewang û ergatîfîyê ye.
1. Dema ku biker nikare bibe pirhejmar, bi alîkarîya pêveberê dibe pirhejmar. Eger pêveber bi dengdêrekê biqede "-i"ya "-in"ê dikeve û "-n" dimîne.
| Yekhejmar | Pirhejmar |
| Mêvan nanî dixwe. | Mêvan nanî dixwin. |
| Gundî ji sûkê hat. | Gundî ji sûkê hatin. |
| Qelem ket erdê. | Qelem ketin erdê. |
| Mamosta diçe. | Mamosta diçin. |
| Xort kenîya. | Xort kenîyan. |
| Xwendekar çû. | Xwendekar çûn. |
2. Dema ku berkar nikare bibe pirhejmar, bi alîkarîya pêveberê dibe pirhejmar.
| Yekhejmar | Pirhejmar |
| Min zarok dît. | Min zarok dîtin. |
| Hevalan zebeş xwar. | Hevalan zebeş xwarin. |
| Karkeran xanî lê kir. | Karkeran xanî lê kirin. |
| Xwişka min name | Xwişka min name |
| nivîsî. | nivîsîn. |
| Wî pêlav kirî. | Wî pêlav kirîn. |
| Me defter anî. | Me defter anîn. |