Kurdîzan

NAVÊN PIRHEJMAR-I

Nav bi paşgira "-an" û "-ên"ê dibin pirhejmar.

1. Di ravekê da ravekirî bi paşgira "-ên"ê û raveker jî bi paşgira tewangê "-an"ê dibin pirhejmar.

RavekirîRaveker
malabîyanîyê
malênbîyanîyan
tilîyamirovî
tilîyênmirovan
hevalazarokê
hevalênzarokan
mamostayadibistanê
mamostayêndibistanan
baxçeyêgundîyî
baxçeyêngundîyan
konêkoçerî
konênkoçeran

2. Di hevokê da nav bi "-an"a paşgira tewangê, dibin pirhejmar.

  • Ew, daran dibire.
  • Ez sêvan dixwim.
  • Xwendekaran gul berhev kirin.
  • Mamostayan xwendekar azmûn kirin.
  • Daran pel weşandine.

Hişyarî

Nav bi serê xwe "-an"a paşgira tewangê nagirin.