Kurdîzan

TEMA: TENDURISTÎYA ÇAVAN

  • ezbenî, tenduristîya çavan, tîrêjên rojê, rasterast, dema ku hewce bike, berçavkên tavê, toz û dûman, egzersizên çavan, di cih da
  • li televîzyonê temaşe kirin, mijûlî kompîterê bûn, westandin, çûn cem pizişkî, pêşnîyaz kirin
  • Divê em çi bikin? Tiştekî baş e. Divê em bi cih bînin. Her bijîn xwendekarino!

RÊZIMAN: NAVÊN PIRHEJMAR

  • pirhejmarîya navan di ravekê da
  • pirhejmarkirina ravekirîyê: paşgira "-ên"ê
  • pirhejmarkirina ravekerê: paşgira tewangê "-an"ê
  • "-an"a paşgira tewangê di hevokê da

TENDURISTÎYA ÇAVAN

  • Mamosta: Xwendekarino! Ji bo tenduristîya çavan divê em çi bikin?
  • Zelal: Mamosta, divê em li televîzyonê zêde temaşe nekin.
  • Kerem: Herweha divê em zêde xwe mijûlî kompîterê jî nekin.
  • Hisên: Xwendina pirtûkan tiştekî baş e. Lê dîsa jî divê mirov çavên xwe zêde newestîne û carinan bêhna xwe vede.
  • Delal: Ezbenî, tîrêjên rojê jî carinan zerarê didin çavan. Ji ber vê, divê em rasterast li rojê nenêrin û dema ku hewce bike, em berçavkên tavê bi kar bînin.
  • Ferat: Mamosta, toz û dûman jî zerarê didin çavan. Loma divê em çavên xwe ji wan jî biparêzin.
  • Xezal: Dema ku çavên me biêşin divê em biçin cem pizişkî. Pizişk çi pêşnîyaz bike divê em wê bi cih bînin.
  • Rûken: Divê em egzersizên çavan bikin.
  • Şivan: Xewa zêde û kêm jî ji bo çavan ne baş e.
  • Mamosta: Her bijîn xwendekarino! Hemû tiştên ku hûn dibêjin di cih da ne.