Kurdîzan

KARA HEBÛNÊ

2. Kara hebûnê di dema borî da bi van awayên jêrîn tê bikaranîn:

a) Yekhejmar û erênî: hebû

  • Televîzyona me hebû.
  • Guldanka we hebû.
  • Li Bedlîsê xanîyê wî hebû.
  • Sîwana min hebû.
  • Hevalê Eyşanê hebû.

b) Yekhejmar û nerênî: nebû/tune bû

  • Televîzyona me nebû/tune bû.
  • Guldanka we nebû/tune bû.
  • Li Bedlîsê xanîyê wî nebû/tune bû.
  • Sîwana min nebû/tune bû.
  • Hevalê Eyşanê nebû/tune bû.

c) Pirhejmar û erênî: hebûn

  • Televîzyonên me hebûn.
  • Guldankên we hebûn.
  • Li Bedlîsê xanîyên wî hebûn.
  • Sîwanên min hebûn.
  • Hevalên Eyşanê hebûn.

d) Pirhejmar û nerênî: nebûn/tune bûn.

  • Televîzyonên me nebûn/tune bûn.
  • Guldankên we nebûn/tune bûn.
  • Li Bedlîsê xanîyên wî nebûn/tune bûn.
  • Sîwanên min nebûn/tune bûn.
  • Hevalên Eyşanê nebûn/tune bûn.