KARA HEBÛNÊ
1. Kara hebûnê di dema niha da, bi van awayên jêrîn tê bikaranîn:
a) Yekhejmar û erênî: heye
- Televîzyona me heye.
- Guldanka we heye.
- Li Bedlîsê xanîyê wî heye.
- Sîwaneka min heye.
b) Yekhejmar û nerênî: nîne/tune ye
- Televîzyona me nîne/tune ye.
- Guldanka we nîne/tune ye.
- Li Bedlîsê xanîyê wî nîne/tune ye.
- Sîwaneka min nîne/tune ye.
c) Pirhejmar û erênî: hene
- Televîzyonên me hene.
- Guldankên we hene.
- Li Bedlîsê xanîyên wî hene.
- Sîwanên min hene.
d) Pirhejmar û nerênî: nînin/tune ne:
- Televîzyonên me nînin/tune ne.
- Guldankên we nînin/tune ne.
- Li Bedlîsê xanîyên wî nînin/tune ne.
- Sîwanên min nînin/tune ne.