
TEMA: WESAYÎTÊN KOMGUHÊZ LI AMEDÊ
- wesayît, wesayîtên komguhêz
- Gelo heye? Çima tune ye? Çi heye?
- Li Amedê metro nîne. Berê hebû.
- Berê tune bûn, niha hene.
- Hêvîdar im. Tu pirsgirêk nîne.
- mixabin
- tramway, otobus, mînîbus, metro, taksî
RÊZIMAN: KARA HEBÛNÊ
- heye, nîne/tune ye
- hene, nînin/tune ne
- hebûn, nebûn/tune bûn
WESAYÎTÊN KOMGUHÊZ LI AMEDÊ
- Delal: Merheba, ez nû hatime Amedê û bajarî baş nas nakim. Gelo li Amedê metro heye?
- Receb: Mixabin, li Amedê metro nîne.
- Delal: Çi wesayîtên komguhêz hene?
- Receb: Otobus û mînîbus hene.
- Delal: Çima metro tune ye?
- Receb: Nizanim, berê behsa wê dihat kirin, lêbelê niha nayê kirin.
- Delal: Berê, li gelek bajarên mezin ne metro hebû ne tramway, lêbelê niha her du jî hene.
- Receb: Hêvîdar im, li Amedê jî di demeka nêzîk da bên çêkirin.
- Delal: Gelo, wesayîtên komguhêz diçin hemû taxan?
- Receb: Belê, otobus û mînîbus diçin hemû taxan. Herweha mirov dikare bi taksîyê jî biçe.