NENASYARÎYA RAVEKERÊ
Di ravekan da dema ku raveker nenasyar be, di paşgirên ravekerê da tu guherîn çê nabe:
1. Eger raveker mê be, "-ek+ê" tê dawîya ravekerê.
| Nasyar | Nenasyar |
| paceya malê | paceya malekê |
| porê keçikê | porê keçikekê |
| dersên mamostayê | dersên mamostayekê |
| karê hevalê | karê hevalekê |
2. Eger raveker nêr be, "-ek+î" tê dawîya ravekerê.
| Nasyar | Nenasyar |
| porê zarokî | porê zarokekî |
| dersên mamostayî | dersên mamostayekî |
| paceya xanîyî | paceya xanîyekî |
| karê hevalî | karê hevalekî |
3. Eger raveker pirhejmar be, bêjeyên "hin/hinek"ê berî ravekerê tên.
| Nasyar | Nenasyar |
| porê zarokan | porê hin/hinek zarokan |
| karê jinan | karê hin/hinek jinan |
| pelên daran | pelên hin/hinek daran |
| rêyên bajaran | rêyên hin/hinek bajaran |