Kurdîzan

TEMA: ROVÎ Û ŞÊR

  • rêya hîleyekê
  • dûvê hespekî
  • serê xencerekê
  • bermayîyên hin xwarinan
  • hîle, hêz, werîs, xencer, reben, mişk, gir

RÊZIMAN: NENASYARÎYA RAVEKERÊ

  • nenasyarkirina ravekera mê
  • nenasyarkirina ravekera nêr
  • nenasyarkirina ravekera pirhejmar

ROVÎ Û ŞÊR

  • Rojekê rovîyekî birçî, bi şaşî çû cihê şêrekî. Rovîyî xwast ku bi rêya hîleyekê, xwe xelas bike.
  • Rovî: Bavê şêr. Tu dest datînî ser rizqê me û me dipelçiqînî.
  • Şêr: Ez pir bihêz im. Ma kî ji min natirse?
  • Rovî: Heta ez te îmtîhan nekim ez bawer nakim.
  • Şêr: De were min îmtîhan bike.
  • Rovî: Ez dê dest û lingên te girê bidim. Eger te ben qetand, ez dê bizanim tu gelekî bihêz î.
  • Rovîyî ji dûvê hespekî panzdeh mû birîn, ev mû li hev alandin û xistin dirûvê werîsekî. Dest û lingên şêrî bi werîsî qenc girê dan. Şêrî nekarî werîs biqetîne. Werîs di laşê wî ra çû. Bû wekî serê xencerekê. Li wir hin bermayîyên xwarinan mabûn. Rovîyî gazî hevalên xwe jî kir û zikên xwe têr kirin. Şêrî fam kir ku hêz li ber hîleyan feyde nake. Çavê şêrê reben bi kuna mişkekî ket. Mişk ji kunê derket û hat cem wî.
  • Mişk: Ev çi hal e, bavê şêr?
  • Şêrî nedikarî devê xwe veke. Bi zehmeteka mezin got:
  • – Rovîyî ez girê dam.
  • Mişkî bi didanên xwe werîs qetand. Şêrî li halê xwe nêrî û weha got:
  • – Erê erê! Rovîyekî ez girê dam, mişkekî jî ez berdam.