9-13. Rahênanên guhdarîkirinê.
Bi rêya koda lezbersivê, li metna "Hin Navdarên Dîyarbekirî"yê guhdarî bikin û rahênanên 10-14an çê bikin.
9. "Mirovekî zana û helbestvanekî navdar e. Ew damezirînerê ekoleka edebî ye. Di 1907an da wefat kirîye."
10. "Ew ji Licê ye. Zana û edîbekî giring e. Wî cara pêşî kurdîya kirmanckî kirîye zimanê nivîsînê û mewlûdek nivîsîye. Di sala 1951ê da wefat kirîye."
11. "Helbestvanekî navdar e û ji Farqînê ye. Di helbesta kurdî ya modern da kesekî dîyar e."
12. "Berhevkarekî navdar ê pirtûkan e. Avakarê "Pirtûkxaneya Milletê" ya Stenbolê ye. Di sala 1924an da wefat kirîye."
13. "Di asta cîhanê da xetatekî jêhatî û navdar e. Bi navê Xetat Hemîd Aytaçî tê naskirin û di sala 1982yan da wefat kirîye."