Kurdîzan

NENASYARÎYA RAVEKIRÎYÊ

3. Eger ravekirî pirhejmar be, berî wê bêjeyên "hin/hinek" tên.

Mînak

Nasyar

  • hevalên min
  • kurên hêja
  • zarokên jîr
  • ajelên beza

Nenasyar

  • hin/hinek hevalên min
  • hin/hinek kurên hêja
  • hin/hinek zarokên jîr
  • hin/hinek ajelên beza

Hişyarî

Paşgira ravekirîyê "-ê", di hin devokan da dema ku piştî paşgira nenasyarîyê tê, dîsa wekî xwe dimîne.

Mînak

Nasyar

  • birayê min
  • kurê hêja
  • mamostayê ciwan
  • gundîyê zana
  • ajelê beza

Nenasyar

  • birayekê min
  • kurekê hêja
  • mamostayekê ciwan
  • gundîyekê zana
  • ajelêkê beza