TEMA: AMED
- bajarekî tarîxî, mizgefteka navdar
- hin nivîstekên sûrê, mîrata çandî ya cîhanê
- hin qesrên mezin, hin dêrên tarîxî, hin zanyarên navdar
- mizgeft, dêr, medrese, qesir, nivîstek, avahî
- mîmarî, wêne, navendî, zanyar, muze
RÊZIMAN: NENASYARÎYA RAVEKIRÎYÊ
- nenasyarkirina ravekirîyê
- nenasyarkirina ravekirîya mê
- nenasyarkirina ravekirîya nêr
- nenasyarkirina ravekirîya pirhejmar
AMED
Amed, bajarekî tarîxî ye. Sûreka wê ya gelekî dirêj heye. Ev sûr bi dirêjbûna xwe, li dinyayê navdar e. Hin nivîstekên sûrê di dewra Bîzansê da, lê piranîya wan di dewra Merwanîyan da hatine nivîsîn. Di nav sûrê da mizgeft, dêr, medrese û hin qesrên mezin hene. Mizgefta Mezin, mizgefteka gelekî navdar e. Ev mizgeft, xwedîyê mîmarîyeka kevn e. Li ser dîwarê wê, hin wêne û nivîstekên giring hene.
Li nav sûrê hin dêrên tarîxî jî hene. Di nav van da Dêra Meryemayê dêreka balkêş e. Medreseya Mesûdîyeyê jî medreseyeka navendî ya Amedê ye. Ji vê medreseyê hin zanyarên navdar derketine. Ji avahîyên tarîxî yên nav sûrê, Qesra Cemîl Paşayî jî avahîyeka navdar e. Amed, bi van avahîyên xwe yên nav sûrê wekî muzeyeka servekirî ye. Ji ber vê di nav mîrata çandî ya cîhanê da, cihekî wê yê taybetî heye.