Kurdîzan

NAVÊN NENASYAR

2. Navên pirhejmar û nenasyar

Ji bo navên pirhejmar bêjeyên "hin" û "hinek"ê tên bikaranîn.

Bi "hin"ê:

NasyarNenasyar
çavhin çav
mirovhin mirov
xwendekarhin xwendekar
darhin dar
pirtûkhin pirtûk
  • Mamosta hatin. (nasyar)
  • Hin mamosta hatin. (nenasyar)

Bi "hinek"ê:

NasyarNenasyar
mamostahinek mamosta
gundîhinek gundî
birahinek bira
masehinek mase
çentehinek çente
  • Mamosta hatin. (nasyar)
  • Hinek mamosta hatin. (nenasyar)

Hişyarî

Li hin deveran ji bo nenasyarkirina bêjeyan di şûna "hin/hinek"ê da paşgira "-in/-yin"ê tê bikaranin.

Mînak

bi "hin"êbi "hinek"êbi "-in/-yin"ê
hin ciwanhinek ciwanciwanin
hin bajarhinek bajarbajarin
hin qasidhinek qasidqasidin
hin zanahinek zanazanayin