NAVÊN NENASYAR
Di kurmancîyê da hemû nav nasyar in. Bo nimûne dema ku yek bibêje "qelem şikest" qelem naveka nasyar e. Ji bo nenasyarkirina navan, hin paşgir û bêje tên bikaranîn.
1. Navên yekhejmar û nenasyar
Ji bo navên yekhejmar paşgira "-ek"ê tê bikaranîn.
| Nasyar | Nenasyar |
| çav | çavek |
| mirov | mirovek |
| xwendekar | xwendekarek |
| dar | darek |
| pirtûk | pirtûkek |
- Xwendekar hat. (nasyar)
- Xwendekarek hat. (nenasyar)
Dema ku nav bi tîpeka dengdêr biqedin "-ek" dibe" -yek":
| Nasyar | Nenasyar |
| mamosta | mamostayek |
| gundî | gundîyek |
| bira | birayek |
| mase | maseyek |
| çente | çenteyek |
- Mamosta hat. (nasyar)
- Mamostayek hat. (nenasyar)
- Min derî girt. (nasyar)
- Min derîyek girt. (nenasyar)