Kurdîzan

TEMA: CÎHANA AJELAN

  • gur, rovî, şêr, piling, xezal, mih, bizin, çêlek, pisîk, mirîşk, masî, kevjal, req, beq, hesp, kûsî, ker, baz, kevok, qijik, kew, mar, gumgumok, marmarok
  • siruşt, daristan, bejahî
  • firîn, xişîn

RÊZIMAN: NAVÊN NENASYAR

  • navên nasyar
  • navên nenasyar
  • nenasyarkirina navan
  • navên yekhejmar û nenasyar
  • navên pirhejmar û nenasyar

CÎHANA AJELAN

Li siruştê gelek cure ajel hene. Hin ajel kovî ne, hin jî kedî ne. Gur, rovî, şêr, piling û xezal hin ajelên kovî ne. Mih, bizin, çêlek, pisîk, mirîşk jî hin ajelên kedî ne.

Ajelên kovî li çolê, ajelên kedî jî li derûdora mirovan dijîn. Bo nimûne şêrek li daristanê dijî. Pisîkek jî li malan dijî. Hinek ajel hene di avê da dijîn. Hinek ajel jî hene li bejahîyê dijîn. Masî, kevjal, req û beq di avê da dijîn. Ev, hin ajelên avî ne. Hesp, kûsî, bizin û ker li bejahîyê dijîn. Ev jî hin ajelên bejî ne. Hin ajel hene baskdar in û difirin. Hin ajel jî xişok in û xwe dixişînin. Baz, kevok, qijik û kew hin ajelên baskdar in. Mar, gumgumok, marmarok û kûsî jî hin ajelên xişok in.