Kurdîzan

TEMA: LI BAZARA XWEREKÊN GUNDAN

  • bazara xwerekên gundan, çêja xwerekên gundan, hêkên mirîşkên gundan, mastê pezî, mehîr, mehîra mastê pezî, hêkerûn, dimsa gundan, hêkedims, goştê mirîşkên gundan, penîr, şîr
  • lewra, "ji alîyê ... ve", bi taybetî, ji vir, li vir, bi rastî, lê, jixwe, nexwe
  • hînî ... bûn, peyda bûn, pê çê kirin, xwarin çê kirin
  • organîk, tenduristî, bitam
  • Ne wisa? Kerem bike.

RÊZIMAN: RAVEKA NAVÎ-I

  • ravekên navî, bi sê navan
  • ravekên navî, bi çar û zêdetir navan

LI BAZARA XWEREKÊN GUNDAN

  • Welat: Gulistan merheba. Tu jî têyî bazara xwerekên gundan?
  • Gulistan: Ez her dem têm vir. Lewra ez hînî xwerekên xwecihî û gundan bûme.
  • Welat: Tu baş dikî. Xwerekên gundan organîk in. Xwerekên gundan hem biçêj in hem jî ji alîyê tenduristîyê ve baştir in.
  • Gulistan: Bi taybetî hêkên mirîşkên gundan pir bitam in û ez her dem ji vir dikirim.
  • Welat: Li vir şîr, mast, penîr û dims jî peyda dibin. Ez ji mastê pezî pir hez dikim.
  • Gulistan: Ez jî ji vir mastê pezî dikirim û li malê pê mehîrê çê dikim. Lewra mehîra mastê pezî pir xweş e.
  • Welat: Bi rastî ez mîna te nikarim xwarinên weha çê bikim. Lê ez jî ji hêkên vir hêkerûnê çê dikim.
  • Gulistan: Li vir dimsa gundan jî heye. Tu dikarî bi hêk û dimsê hêkedimsê jî çê bikî.
  • Welat: Tu mirîşkan jî ji vir dikirî, ne wisa?
  • Gulistan: Belê. Bi rastî jî goştê mirîşkên gundan gelekî xweş e. Jixwe îşev şîva me mirîşk e. Kerem bike were şîvê.
  • Welat: Gelekî spas dikim. Îşev mêvanên min hene. Ez nikarim bêm.
  • Gulistan: Nexwe, bi xatirê te, ez dê biçim. Bi hêvîya hevdîtinê.
  • Welat: Li ser çavan.