RAVEKA NAVÎ - II
Ravekên navî çawa ku ji du navan pêk tên, dibe ku ji sê navan jî pêk bên.
- Raveka 1. pirtûka mamostayî
- Raveka 2. mamostayê zanîngehê
- Ravek: pirtûka mamostayê zanîngehê
- Raveka 1. rûpela pirtûkê
- Raveka 2. pirtûka Şîlanê
- Ravek: rûpela pirtûka Şîlanê
- Raveka 1. kulîlka çîyayî
- Raveka 2. Çîyayê Cûdîyê
- Ravek: kulîlka Çîyayê Cûdîyê
Ravekên navî dibe ku ji sê navan zêdetir jî pêk bên.
- bernameya zanîngehên derveyê welatî (4 nav)
- mijara lihevhatina gundîyên Deşta Mûşê (5 nav)
- gotinên serokê lijneya parastina mafê mirovan (6 nav)
Hişyarî
Di hin ravekan da dibe ku ravekirî yan jî raveker hevpar bin.
- lenûsk û qelema min (Min, ravekera hevpar e.)
- bav, bira û xwişka Rohatî (Rohat, ravekera hevpar e.)
- Qelemên min û te (Qelem, ravekirîya hevpar e.)
- Dibistana Zanayî, Ronîyî û Rojdayê (Dibistan, ravekirîya hevpar e.)