HEVALNAVÊN HEJMARÎ
Hevalnavên hejmarî, hejmara navan nîşan didin. Ev hevalnav du cure ne: yên resen û yên rêzîn.
1. Hevalnavên hejmarî yên resen: Ev hevalnav berî navan tên.
- pênc dar
- deh xwendekar
- bîst mirov
- bîst û sê kes
Dema ku hejmara "yek"ê dibe hevalnava hejmarê, bi piranî dibe "-(y)ek" û diçe dawîya navan. Di vê rewşê da "-ek" dibe paşgira nenasyarîyê ya navên yekhejmar:
Mînak
| yek gul | dibe | gulek |
| yek fincan | dibe | fincanek |
| yek xanî | dibe | xanîyek |
| yek masî | dibe | masîyek |
2. Hevalnavên hejmarî yên rêzîn: Dema ku hejmar paşgira "-(y)em"ê werdigirin, dibin hevalnavên rêzîn.
- xwendekara yekem
- kolana bîst û yekem
- kuçeya şeşem
- avahîya heftêyem
- dara çil û heştem