Kurdîzan

TEMA: DANÛSTANDIN LI ÇARŞÎYÊ

  • dikana duyem, kolana sêyem
  • sê kîlo firingî, du kîlo xîyar,
  • kîloyek goştê hêrayî
  • Tu dikarî çar kîlo goşt bikêşî?
  • Kerem bike/bikin.
  • ji kerema xwe
  • sê sed û pêncî lîre

RÊZIMAN: HEVALNAVÊN HEJMARÎ

  • cureyên hevalnavên hejmarî
  • hevalnavên hejmarî yên resen
  • hevalnavên hejmarî yên rêzîn

DANÛSTANDIN LI ÇARŞÎYÊ

  • Cemal û bavê wî Mîrza, ji bo danûstandinê diçin çarşîyê.
  • Cemal: Bavo! Tu baştir dizanî, ji bo sebzeyan em biçin kîjan dikanê?
  • Mîrza: Dikana duyem gelekî baş e. Sebzeyên wê jî teze ne.
  • Cemal: Merheba. Tu dikarî sê kîlo firingî, du kîlo xîyar û kîloyek jî bîber bikêşî?
  • Dikandar: Kerem bikin. Bihayê wê, çil lîre ye.
  • Mîrza: Em niha jî biçin qesabxaneyê.
  • Cemal: Kîjan qesabxane?
  • Mîrza: Li kolana sêyem qesabxaneyeka baş heye. Em biçin wir.
  • Cemal: Bavo, dêya min goştê hêrayî jî xwastibû. Em ji bîr nekin.
  • Mîrza: Merheba, ji kerema xwe kîloyek goştê hêrayî, du kîlo goştê nerme, sê kîlo jî goştê berxan bide me.
  • Qesab: Kerem bikin, dike sê sed û pêncî lîre.
  • Mîrza: De em biçin dikana çerezan jî. Li wê derê divê em hinek nok, bindeq, mewîjên reş, benî, hêjîr û dendikên zebeşan bikirin.
  • Cemal: Baş e, bavo. Piştra jî em biçin firinê. Dêya min gotibû şeş nanan bikirin. Lê em hinekî lez bikin baş e. Em dereng mane.