
TEMA: DANÛSTANDIN LI ÇARŞÎYÊ
- dikana duyem, kolana sêyem
- sê kîlo firingî, du kîlo xîyar,
- kîloyek goştê hêrayî
- Tu dikarî çar kîlo goşt bikêşî?
- Kerem bike/bikin.
- ji kerema xwe
- sê sed û pêncî lîre
RÊZIMAN: HEVALNAVÊN HEJMARÎ
- cureyên hevalnavên hejmarî
- hevalnavên hejmarî yên resen
- hevalnavên hejmarî yên rêzîn
DANÛSTANDIN LI ÇARŞÎYÊ
- Cemal û bavê wî Mîrza, ji bo danûstandinê diçin çarşîyê.
- Cemal: Bavo! Tu baştir dizanî, ji bo sebzeyan em biçin kîjan dikanê?
- Mîrza: Dikana duyem gelekî baş e. Sebzeyên wê jî teze ne.
- Cemal: Merheba. Tu dikarî sê kîlo firingî, du kîlo xîyar û kîloyek jî bîber bikêşî?
- Dikandar: Kerem bikin. Bihayê wê, çil lîre ye.
- Mîrza: Em niha jî biçin qesabxaneyê.
- Cemal: Kîjan qesabxane?
- Mîrza: Li kolana sêyem qesabxaneyeka baş heye. Em biçin wir.
- Cemal: Bavo, dêya min goştê hêrayî jî xwastibû. Em ji bîr nekin.
- Mîrza: Merheba, ji kerema xwe kîloyek goştê hêrayî, du kîlo goştê nerme, sê kîlo jî goştê berxan bide me.
- Qesab: Kerem bikin, dike sê sed û pêncî lîre.
- Mîrza: De em biçin dikana çerezan jî. Li wê derê divê em hinek nok, bindeq, mewîjên reş, benî, hêjîr û dendikên zebeşan bikirin.
- Cemal: Baş e, bavo. Piştra jî em biçin firinê. Dêya min gotibû şeş nanan bikirin. Lê em hinekî lez bikin baş e. Em dereng mane.