HEVALNAVÊN NÎŞANÊ
Hevalnavên nîşanê tişt, ajel yan jî kesan destnîşan dikin. Du hevalnavên nîşanê hene: "ev" û "ew". Ev hevalnav berî navan tên bikaranîn.
- ev: ji bo kes, ajel û tiştên nêzîk
- ew: ji bo kes, ajel û tiştên dûr
1. Ev hevalnav eger yekhejmar bin, pêveber paşgira yekhejmarîyê "-e"yê werdigire.
- Ev xwendekar diaxive.
- Ew xwendekar diaxive.
2. Ev hevalnav eger pirhejmar bin, pêveber paşgira pirhejmarîyê "-in"ê werdigire.
- Ev xwendekar diaxivin.
- Ew xwendekar diaxivin.
3. Dema ku tên tewandin li gor zayend û hejmarê dikevin van forman:
Nêzîk
- ev + î : vî
- ev + ê : vê
- ev + an : van
Dûr
- ew + î : wî
- ew + ê : wê
- ew + an : wan
| Hevalnavên nîşanê yên xwerû û tewandî | ||||
| Xwerû | Tewandî | |||
| Nêr | Mê | Pirhejmar | ||
| Nêzîk | ev | vî | vê | van |
| Dûr | ew | wî | wê | wan |
- Vî dengbêjî stranek got.
- Vê dengbêjê stranek got.
- Van dengbêjan stranek got.
- Wî dengbêjî stranek got.
- Wê dengbêjê stranek got.
- Wan dengbêjan stranek got.