Kurdîzan

TEMA: TRAFÎK

  • Ev rê qelebalix e. Ew rê sakîn e.
  • di vê rêyê da, dawîya wê rêyê, li wan deran
  • rê, peya, sersar, ajovan, trafîk, peyarê, bêsebir, peyabork, tevlihev, ajotin
  • baldar bûn, derbas bûn, haydar bûn

RÊZIMAN: HEVALNAVÊN NÎŞANÊ

  • ji bo kes, ajel û tiştên nêzîk: ev
  • ji bo kes, ajel û tiştên dûr: ew
  • pirhejmarîya hevalnavên nîşanê
  • yekhejmarîya hevalnavên nîşanê
  • tewandina hevalnavên nîşanê

TRAFÎK

  • Reşîd li kursa ajovanîyê hînî ajotinê dibe. Cara yekem di bin çavdêrîya pisporê ajotinê da derdikeve trafîkê.
  • Pispor: Reşîd, ev rê gelekî qelebalix e. Divê tu baldar bî.
  • Reşîd: Rast e. Ajotin di vê rêyê da bi rastî jî dijwar e. Lê ez bawer dikim ku rêya piştî vê sakîn e û li wir ajotin jî hêsan e.
  • Pispor: Rast e, ew rê sakîn e, lêbelê li van deran rê gelekî tevlihev in. Herweha di trafîkê da hin ajovanên sersar jî hene. Divê tu haydar bî.
  • Reşîd: Baş e. Ji bo ku em biçin Parka Azadîyê divê em kîjan guzergehê bişopînin?
  • Pispor: Di rêya rastê ra here. Di dawîya wê rêyê da çirayên trafîkê hene. Ji çirayan rast derbas bibe. Lêbelê divê tu li wan deran bi lez neçî. Ew der gelekî qelebalix in.
  • Reşîd: Trafîka bajarê me ne birêkûpêk e. Di rêyan da lewhe kêm in. Hin ajovan bêsebir in û guhê xwe nadin rêzikên trafîkê. Peya jî carinan ne di peyarêyan da, di rêyên wesayîtan da dimeşin.
  • Pispor: Rast e. Divê peya her dem di peyarêyan da bimeşin. Dema ku bixwazin derbasî alîyê din bibin jî, divê peyaborkan bi kar bînin.