HEVALNAVÊN ÇAWANÎYÊ
Hevalnavên çawanîyê taybetmendîyên wekî rewş, reng, teşe, çêj, nirx û jêçêbûna navan dîyar dikin û her dem piştî navan tên bikaranîn.
1. Rewş:
- jinika pîr, pola qirêj, keçika nexweş
2. Reng:
- qelema sor, mirîşka reş, pêlava gewr
3. Teşe:
- derîyê xwar, sobeya çargoşe, qelema stûr
4. Çêj:
- sêva şîrîn, xwarina tal, hinara tirş
5. Nirx:
- mirovên baş, jinên hêja, keçika delal
6. Jêçêbûn:
- derîyê darîn, xencera zêrîn, şala hevrîşim
Hişyarî
Eger hevalnavên çawanîyê berî navan bên, dibin navên lêkdayî.
| Raveka hevalnavên | Navên |
| çawanîyê | lêkdayî |
| gula sor | sorgul |
| marê kor | koremar |
| mêrê xurt | xurtemêr |
| mêrê pîr | pîremêr |
| ava germ | germav |