Kurdîzan

TEMA: LORÎN WÊNEYAN XÊZ DIKE

  • keçeka jîr, kurseka taybetî, perwerdeyeka baş, jûreka fireh, tiwalên çargoşe, pêşangeheka mezin
  • hobî, dîmen, wêne, pêşdibistan, siruşt, boyaxa neftî, pastel, ziwa, kurs
  • xêz kirin, çêkirina wêneyan

RÊZIMAN: HEVALNAVÊN ÇAWANÎYÊ

  • rewş
  • reng
  • teşe
  • çêj
  • nirx
  • jêçêbûn

LORÎN WÊNEYAN XÊZ DIKE

Lorîn, keçeka jîr û jêhatî bû. Hobîya wê, çêkirina wêneyan bû. Di pêşdibistanê da, dest bi xêzkirina wêneyan kir. Di dibistana seretayî da hînî wêneyên boyaxa ziwa û boyaxa pastel bû. Di dersa wêneyî da gelekî serkeftî bû û wêneyên xweşik çê dikirin. Ji ber vê, mamostaya Lorînê ew şand kurseka taybetî. Ew, li kursa wêneyan jî baş perwerde bû.

Li wir hînî wêneyên boyaxa neftî bû. Li mala Lorînê ji bo xebatê jûreka fireh hatibû veqetandin. Wê, li vê jûrê li ser tiwalên çargoşe wêneyên rengîn çê dikirin. Wêneyên wê bêhtir li ser temaya siruştê bûn. Herî zêde dîmenên payîzê xêz dikirin û ev wêneyên wê, gelekî dihatin ecibandin. Ji ber vê, Lorînê dixwast ku wêneyên xwe di pêşangeheka mezin da pêşkêş bike.