Kurdîzan

5. Di şûna bêjeyên binxêzkirî da, cihnava paşnûsekê bi kar bînin û hevokan ji nû ve binivîsin.

Mînak: Hin ajel hene di avê da dijîn.

Hin ajel hene tê da dijîn.

6. Di şûna cihnava paşnûsek "-ê"yê da, navekê bi kar bînin û hevokan ji nû ve binivîsin.

Mînak: Ez jê hez dikim.

Ez ji Eyşanê hez dikim.

7. Bêjeyên binxêzkirî, bikin cihnava paşnûsek û hevokan ji nû ve binivîsin.

Mînak: Em bi dûrbînê hev dibînin.

Em pê hev dibînin.

8. Forma "tê"yê ku ji daçeka "di" û cihnava paşnûsek "ê"yê pêk hatîye di pênc hevokan da bi kar bînin.

9. Forma "pê"yê ku ji daçeka "bi" û cihnava paşnûsek "ê"yê pêk hatîye di pênc hevokan da bi kar bînin.