6. Peyvên nava kevanekê di şûna bêjeyên binxêzkirî da, bi kar bînin û hevokan ji nû ve binivîsin.
Mînak:
Şêr lê dijîn. (daristan)
Şêr li daristanê dijîn.
7. Di şûna bêjeyên binxêzkirî da, cihnava paşnûsekê bi kar bînin û hevokan ji nû ve binivîsin.
Mînak:
Dest û pêyên şêrî bi werîsî qenc girê dan.
Dest û pêyên şêrî pê qenc girê dan.
8. Di şûna bêjeyên binxêzkirî da, cihnava paşnûsekê bi kar bînin û hevokan ji nû ve binivîsin.
Mînak:
Masî, req û beq di avê da dijîn.
Masî, req û beq tê da dijîn.
9. Peyvên nava kevanekê di şûna bêjeyên binxêzkirî da, bi kar bînin û hevokan ji nû ve binivîsin.
Mînak:
Çil û sê kes tê da ne. (salon)
Çil û sê kes di salonê da ne.