
CIHNAVA PAŞNÛSEK
2. pê : bi + ê
- Ew bi Ferhadî kenîya.
- Ew pê kenîya.
- Mamosta bi wî dide nivîsîn.
- Mamosta pê dide nivîsîn.
- Ev kar bi wî naçe serî.
- Ev kar pê naçe serî.
- Em bi kevçîyî dixwin.
- Em pê dixwin.
- Ez bi keça xwe serbilind im.
- Ez pê serbilind im.
3. tê : di + ê
- Ez di malê da me.
- Ez tê da me.
- Xwarin di beroşê da ye.
- Xwarin tê da ye.
- Di teştê da nan nemaye.
- Tê da nan nemaye.
- Xwendekar di polê da ne.
- Xwendekar tê da ne.
- Kompîter di çenteyî da ye.
- Kompîter tê da ye.
4. lê : li + ê
- Em li welatî digerin.
- Em lê digerin.
- Min li wî dinêrî.
- Min lê dinêrî.
- Bavê min li defê dixe.
- Bavê min lê dixe.
- Ronya li hevalê xwe digere.
- Ronya lê digere.
- Tu gelekî li wê meseleyê difikirî.
- Tu gelekî lê difikirî