CIHNAVA PAŞNÛSEK
Cihnava paşnûsek "-ê" ye. Ev cihnav cihê kesekî yan jî tiştekî digire. Du cihên bikaranîna wê hene.
a) Ev cihnav tê dawîya hinek karan û cihê kes yan jî tiştan digire.
- Ez nanan didim Serdarî.
- Ez nanan didimê. (-ê şûna Serdarî digire)
- Min qelem xist çenteyî.
- Min qelem xistê. (-ê şûna çenteyî digire)
- Min kevir avêt avê.
- Min kevir avêtê. (-ê şûna avê digire)
- Min deyn da Şîlanê.
- Min deyn dayê. (-ê şûna Şîlanê digire)
b) Ev cihnav dema ku piştî daçekên "bi, di, ji" û "li"yê tê, hinek formên taybetî pêk tîne. Bi vî awayî cihnava paşnûsek "-ê", cihê kesekî yan jî tiştekî digire.
| ji+Şîlanê | ji + ê | jê |
| bi+Ferhadî | bi +ê | pê |
| di+malê | di +ê | tê |
| li+welatî | li + ê | lê |
1. jê : ji + ê
- Ez ji Şîlanê hez dikim.
- Ez jê hez dikim.
- Xwendekar ji wî dipirsin.
- Xwendekar jê dipirsin.
- Ji dêya xwe xwastibû.
- Jê xwastibû.
- Ew ji dersê fam dike.
- Ew jê fam dike.