TEMA: MAÇA TÎMA ZAXOYÊ Û TÎMA AMEDÊ
- jê standin
- pê ra
- tê da
- lê nêrîn
- gog, şahî, lîstikvan, gol, dadwer, maç, li pêş, qeleparêz, şût, qada cezayî, tîm, qele, penaltî
- lîstin, standin, bi ser ketin
RÊZIMAN: CIHNAVA PAŞNÛSEK
- cihnava paşnûsek: "-ê"
- forma "jê"yê
- forma "lê"yê
- forma "pê"yê
- forma "tê"yê
MAÇA TÎMA ZAXOYÊ Û TÎMA AMEDÊ
Maça Tîma Zaxoyê û Tîma Amedê li Zaxoyê tê lîstin. Deqîqe 80 ye. Tîma Amedê bi golekê li pêş e. Gog, di qada cezayî ya Tîma Amedê da, bi Elîyî ra ye. Ehmed bi bayê bezê hat û gog jê stand. Lêbelê gog zêde pê ra nema. Dilêrî gog jê stand û nêzî qeleyê bû. Lêbelê Îhsanî ew xist erdê. Li ser vê dadwerî penaltî da Tîma Zaxoyê.
Ji Tîma Zaxoyê Dilêr dê penaltîyê biavêje. Qeleparêz Edhem di qeleyê da ye. Dilêrî bi baldarî lê nêrî û şûteka xurt lê xist. Qeleparêz xwe avêt gogê, lê bi ser neket. Niha gog jî di qeleyê da ye û qeleparêz jî tê da ye. Lîstikvanên Zaxoyê kêf dikin. Piştî deqîqeyekê maç qedîya. Tîma Zaxoyê 1-Tîma Amedê 1.