CIHNAVÊN PÊWENDÎYÊ
3. Ji bo tişt yan jî candarên pirhejmar: yên
| berxên min | yên min |
| qelemên mamostayê | yên mamostayê |
| hevrêyên wan | yên wan |
| kûçikên wê | yên wê |
| şekirên zarokan | yên zarokan |
Dema ku berî cihnavan tê, weha tê bikaranîn.
| yên min | yên te | yên wê/wî |
| yên me | yên we | yên wan |
- Hevrêyên min hatin, yên te li ku ne?
- Derîyên me darîn in, yên we hesin in.
- Yên me hatin, yên wan nehatin.
- Yên we baş bûn.
- Yên wê anîn, yên min neanîn.
- Yên te zêde ne, yên me kêm in.
Hişyarî
Di ravekirîyên hevbeş da weha tên bikaranîn:
a) Eger bêjeya berî wan bi dengnedêrekê biqede, wekî "-a", "-ê" û "-ên"ê tên bikaranîn:
- xwişka min a jêhatî
- xalê min ê jêhatî
- mamên min ên jêhatî
b) Eger bêjeya berî wan bi dengdêrekê biqede, wekî "-ya", "-yê" û "-yên"ê tên bikaranîn:
- xwişka wê ya jêhatî
- xalê wê yê jêhatî
- mamên wê yên jêhatî