CIHNAVÊN PÊWENDÎYÊ
Cihnavên pêwendîyê sê ne û di şûna navan da tên bikaranîn.
1. Ji bo tişt yan jî candarên mê: ya
| evîna min | ya min |
| berçavka mamostayî | ya mamostayî |
| hevala wan | ya wan |
Dema ku berî cihnavên kesî tê, weha tê bikaranîn:
| ya min | ya te | ya wê/wî |
| ya me | ya we | ya wan |
- Hevala min hat, ya te li ku ye?
- Azmûna we duh bû, ya me îro ye.
- Ya wan baş e.
- Ya Rohatî dûr e.
2. Ji bo tişt yan jî candarên nêr: yê
| dilê min | yê min |
| kurê mamostayî | yê mamostayî |
| hevalê wan | yê wan |
Dema ku berî cihnavan tê, weha tê bikaranîn:
| yê min | yê te | yê wê/wî |
| yê me | yê we | yê wan |
- Hevalê min hat, yê te li ku ye?
- Derîyê me darîn e, yê we hesin e.
- Yê wan zû hat.
- Yê hevalan nebaş bû.