TEMA: KELÛPELÊN DIBISTANÊ
- dest pê kirin, nîşan dan, nîşanî hev dan
- loma, ji xwe ra, dema ku
- Jêbira min sor, ya wî kesk bû.
- Qelemên min du, yên wî pênc bûn.
- kelûpel, dibistana seretayî, lîsteya kelûpelên dibistanê, qirtasîye, qelem, qelemtiraş, qelemdank, defter, pirtûk, kaxez, çente, hejmartek
RÊZIMAN: CIHNAVÊN PÊWENDÎYÊ
- ya
- yê
- yên
KELÛPELÊN DIBISTANÊ
Navê min Ehmed e. Ez dibistana seretayî dixwînim. Îsal min dest bi pola yekem kir. Mamostayî lîsteya kelûpelên dibistanê da min. Bavê min jî ez birim qirtasîyeyê. Di lîsteyê da qelem, qelemtiraş, qelemdank, defter, pirtûk, hejmartek, jêbir, kaxez û çente hebûn. Li malê çente û qelemdanka min hebûn. Loma me ew nekirîn, lê me kelûpelên din hemû kirîn.
Roja din ez çûm dibistanê. Hevalê min Ekremî jî kelûpelên xwe kirîbûn. Berî ku mamosta bê, me kelûpelên xwe nîşanî hev dan. Jêbira min sor, ya wî kesk bû. Qelemên min du, yên wî pênc bûn. Defterên min ji yên wî zêdetir bûn. Ekremî çente jî ji xwe ra kirîbû. Çenteyê wî zer, yê min reş bû. Dema ku mamosta hat, me kelûpelên xwe nîşanî wî jî dan û me dest bi dersê kir.