
TEMA: SERDANA BAPÎRÎ
- serdan, nexweşî, hiş
- endamên malbatê
- Xweda şîfaya xêrê bide.
- bapîr, keç, nevî, kur, zilam, met, mam, zarok, birazî, jin, nevî, xanim, xal, dapîr, xwarzî, hevser
RÊZIMAN: CIHNAVÊN KESÎ YÊN XWERÛ DI ERKA BIKERÊ DA Û KÊŞANA WAN DIGEL KARA BÛNÊ
- cihnavên kesî yên xwerû di erka bikerê da
- kêşana cihnavên kesî yên xwerû di erka bikerê da
- -kara "bûn"ê
SERDANA BAPÎRÎ
- Bapîr nexweş e. Ji ber nexweşîyê, hişê wî kêm bûye. Hemû endamên malbata wî, çûne serdana wî.
- Gulnaz: Bapîro! Xweda şîfaya xêrê bide te.
- Bapîr: Xweda ji te razî be keça min, tu kî yî?
- Gulnaz: Bapîro! Ez nevîya te me, ez Gulnaz im, te ez nas nekirim?
- Bapîr: Na, tu keça kê yî?
- Gulnaz: Ez keça kurê te Mamedî me.
- Bapîr: Gulnaz! Ev jina li tenişta te kî ye?
- Gulnaz: Bapîro! Ew keça te Şermîn e û meta min e.
- Bapîr: Baş e, ev zilam kî ye?
- Gulnaz: Ew mamê min Hesen e.
- Bapîr: Zarokino! Hûn kî ne?
- Elî: Em zarokên Ehmedî ne.
- Bapîr: Ehmed kî ye?
- Elî: Ehmed birazîyê te ye.
- Bapîr: Xanim! Ev jin kî ye?
- Hevsera bapîrî: Hecî! Ev xwarzîya te ye. Navê wê Siltan e.
- Bapîr: Mala wan li ku ye?
- Siltan: Xalo! Mala me li Semsûrê ye.
- Bapîr: Baş e, min hûn hemû nas kirin, lê tu kî yî?
- Gulnaz: Bapîro! Te çi zû ez ji bîr kirim? Ez nevîya te Gulnaz im, Gulnaz!