CIHNAVÊN KESÎ YÊN XWERÛ DI ERKA BIKERÊ DA
1. Li gor kesan cihnav weha ne:
Yekhejmar
| Kesê 1. | ez |
| Kesê 2. | tu |
| Kesê 3. | ew |
Pirhejmar
| Kesê 1. | em |
| Kesê 2. | hûn |
| Kesê 3. | ew |
2. Cihnavên kesî digel kara "bûn"ê, di dema niha da weha tên bikaranîn:
| Cihnav | Kara bûnê |
| Ez | im |
| Tu | î |
| Ew | e |
| Em | in |
| Hûn | in |
| Ew | in |
- Ez parêzer im. Ez xwendekar im.
- Tu parêzer î. Tu xwendekar î.
- Ew parêzer e. Ew xwendekar e.
- Em parêzer in. Em xwendekar in.
- Hûn parêzer in. Hûn xwendekar in.
- Ew parêzer in. Ew xwendekar in.
| Cihnav | Nav | Kara "bûn"ê |
| Ez | xwendekar | im. |
| Tu | xwendekar | î. |
| Ew | xwendekar | e. |
| Em | xwendekar | in. |
| Hûn | xwendekar | in. |
| Ew | xwendekar | in. |