Kurdîzan

TEMA: SERDANA BAPÎRÎ

  • serdan, nexweşî, hiş
  • endamên malbatê
  • Xweda şîfaya xêrê bide.
  • bapîr, keç, nevî, kur, zilam, met, mam, zarok, birazî, jin, nevî, xanim, xal, dapîr, xwarzî, hevser

RÊZIMAN: CIHNAVÊN KESÎ YÊN XWERÛ DI ERKA BIKERÊ DA Û KÊŞANA WAN DIGEL KARA BÛNÊ

  • cihnavên kesî yên xwerû di erka bikerê da
  • kêşana cihnavên kesî yên xwerû di erka bikerê da
  • -kara "bûn"ê

SERDANA BAPÎRÎ

  • Bapîr nexweş e. Ji ber nexweşîyê, hişê wî kêm bûye. Hemû endamên malbata wî, çûne serdana wî.
  • Gulnaz: Bapîro! Xweda şîfaya xêrê bide te.
  • Bapîr: Xweda ji te razî be keça min, tu kî yî?
  • Gulnaz: Bapîro! Ez nevîya te me, ez Gulnaz im, te ez nas nekirim?
  • Bapîr: Na, tu keça kê yî?
  • Gulnaz: Ez keça kurê te Mamedî me.
  • Bapîr: Gulnaz! Ev jina li tenişta te kî ye?
  • Gulnaz: Bapîro! Ew keça te Şermîn e û meta min e.
  • Bapîr: Baş e, ev zilam kî ye?
  • Gulnaz: Ew mamê min Hesen e.
  • Bapîr: Zarokino! Hûn kî ne?
  • Elî: Em zarokên Ehmedî ne.
  • Bapîr: Ehmed kî ye?
  • Elî: Ehmed birazîyê te ye.
  • Bapîr: Xanim! Ev jin kî ye?
  • Hevsera bapîrî: Hecî! Ev xwarzîya te ye. Navê wê Siltan e.
  • Bapîr: Mala wan li ku ye?
  • Siltan: Xalo! Mala me li Semsûrê ye.
  • Bapîr: Baş e, min hûn hemû nas kirin, lê tu kî yî?
  • Gulnaz: Bapîro! Te çi zû ez ji bîr kirim? Ez nevîya te Gulnaz im, Gulnaz!