Kurdîzan

TEMA: EM KOVAREKÊ DERDIXIN

  • mamosta, xwendekar
  • nivîs, nivîskar, kovar, edebîyat, kom, kar
  • bi hev ra
  • helbest, çîrok, şanoname
  • derxistin, weşandin, kom kirin, amade kirin, belav kirin, bang kirin, çap kirin, civîn

RÊZIMAN: REWŞA BANGKIRINÊ

  • -(y)o
  • -(y)ê
  • -(i)no
  • ey
  • gelî

EM KOVAREKÊ DERDIXIN

  • Di polê da
  • Mamosta: Gelî xwendekaran! Kovar gelekî giring in. Ew ji bo nivîskaran xwendingeh in. Hevalino! Werin em jî kovareka edebîyatê derxin. Lêbelê ji bo vê, divê em komekê çê bikin. Kî dixwaze di vê komê da cih bigire?
  • Lorînê û Keremî destên xwe rakirin.
  • Mamosta: Lorînê! Were. Keremo! Tu jî were.
  • Leylayê û Kamranî jî destên xwe rakirin. Mamostayê gazî wan jî kir û bi hev ra çûn jûra civînê.
  • Di civînê da
  • Lorîn û Leyla: Mamosta! Em dê di kovarê da nivîsên çawa biweşînin?
  • Mamosta: Hevalino! Em dê helbest, çîrok û şanonameyan biweşînin.
  • Kerem û Kamran: Mamosta! Karê me çi ye?
  • Mamosta: Em dê bi hev ra vê kovarê derxin. Her yek ji we dê karekî bike. Kerem! Tu û Lorîn nivîsan kom bikin. Ez dê jî wan ji bo çapê amade bikim. Leylayê! Tu û Kamran jî kovaran belav bikin.