REWŞA BANGKIRINÊ
Rewşa bangkirinê bi baneşan û paşgirên bangkirinê çê dibe.
1. Sê cure paşgirên bangkirinê hene. Ev paşgir zayend û hejmara navan jî dîyar dikin. Ev paşgir bi navan ve tên nivîsîn.
a) -(y)o: ji bo navên nêr û yekhejmar
- Barano! Kuro!
- Gundîyo! Zanayo!
b) -(y)ê: ji bo navên mê û yekhejmar
- Keçê! Hevalê!
- Gundîyê! Esmayê!
c) -(i)no: ji bo navên pirhejmar
- Xelkino! Hevalino!
- Gundîno! Zanano!
2. Baneşanên bangkirinê jî tên pêşîya navan û rewşa bangkirinê çê dikin. Baneşanên bangkirinê "ey" û "gelî"ne.
a) Baneşana "ey"ê dema ku bê pêşîya navan ew nav paşgirên bangkirinê nagirin.
- Ey heval! Ey mirov! Ey milet!
b) Baneşana "gelî"yê tenê ji bo navên pirhejmar tê bikaranîn. Navên ku bi "gelî"yê ra tên bikaranîn, paşgira "an"ê werdigirin.
- Gelî hevalan! Gelî kurdan! Gelî cîranan!
Hişyarî
Ji bo bangkirina navên yekhejmar her dem pêwîstî bi paşgir û bêjeyên bangkirinê nîne. Di vê rewşê da nav bi serê xwe tên bikaranîn.
- Azad! Were!
- Şîlan! Zû here!