derxistin, weşandin, kom kirin, amade kirin, belav kirin, bang kirin, çap kirin, civîn
RÊZIMAN: REWŞA BANGKIRINÊ
-(y)o
-(y)ê
-(i)no
ey
gelî
EM KOVAREKÊ DERDIXIN
Di polê da
Mamosta: Gelî xwendekaran! Kovar gelekî giring in. Ew ji bo nivîskaran xwendingeh in. Hevalino! Werin em jî kovareka edebîyatê derxin. Lêbelê ji bo vê, divê em komekê çê bikin. Kî dixwaze di vê komê da cih bigire?
Lorînê û Keremî destên xwe rakirin.
Mamosta: Lorînê! Were. Keremo! Tu jî were.
Leylayê û Kamranî jî destên xwe rakirin. Mamostayê gazî wan jî kir û bi hev ra çûn jûra civînê.
Di civînê da
Lorîn û Leyla: Mamosta! Em dê di kovarê da nivîsên çawa biweşînin?
Mamosta: Hevalino! Em dê helbest, çîrok û şanonameyan biweşînin.
Kerem û Kamran: Mamosta! Karê me çi ye?
Mamosta: Em dê bi hev ra vê kovarê derxin. Her yek ji we dê karekî bike. Kerem! Tu û Lorîn nivîsan kom bikin. Ez dê jî wan ji bo çapê amade bikim. Leylayê! Tu û Kamran jî kovaran belav bikin.