Kurdîzan

NAVÊN ŞÊNBER Û RAZBER

1. Navên Şênber

Bêjeyên ku bi her pênc sehekên mirovan tên destnîşankirin şênber in.

Dîtin (çav)

keskesor, wêne, heyv

Bêhnkirin (poz)

genî, kizirî, kufikî

Tamkirin (ziman)

şor, şîrîn, tal

Bihîstin (guh)

zarezar, şireşir, xuşîn

Destdan (çerm)

nerm, germ, sar

2. Navên Razber

Bêjeyên ku bi her pênc sehekên mirovan nayên destnîşankirin razber in.

  • evîn, xeyal, raman, derd

Hişyarî

Bi alîkarîya paşgirên wekî "-î, -tî, -ahî, -anî, …"yê ji navên şênber navên razber tên çêkirin.

  • şîrîn şîrînî
  • bira biratî
  • mirov mirovahî
  • mêr mêranî