TEMA: HEZKIRINA JI SIRUŞTÊ
- mirov, bajar, gund, siruşt, jîyan
- hewa, qirêj, trafîk, darûber, hêşînahî
- bêhntengî, stres, bêrî kirin
- zozan, baxçe, dora çeman
- xuşîna avê, dengê çûkan
- bêhn kirin, lîstin
- zevî, daristan, şemamok, nêrgiz
- zerdele, sêv
RÊZIMAN: NAVÊN ŞÊNBER Û RAZBER
- navên şênber
- navên razber
- razberkirina navên şênber
HEZKIRINA JI SIRUŞTÊ
Piranîya mirovan li bajaran dijîn. Lê hin zehmetîyên jîyana bajaran jî hene. Hewaya bajaran qirêj e, trafîk zêde ye, darûber û hêşînahî kêm in. Loma jî bêhna mirovan teng dibe û mirov dikevin stresê. Ji ber vê yekê bajarî bêrîya siruştê dikin. Dawîya hefteyê diçin gund, zozan, baxçe
û dora çeman. Li ber xuşîna avê û dengê çûkan bêhna xwe vedidin. Li hêşînahîya zevî û daristanan temaşe dikin. Şemamok û nêrgizan bêhn dikin. Zerdele û sêvan dixwin. Zarok bi karik û berxikan ra dilîzin. Siruşt ji bo ruhê mirovan dibe xweşî û derman.