ROJ, MEH Û WERZ
- Îro çi roj e? Îro ji rojan çi ye?
- Îro şemî ye.
- Îro duşem e.
- Îro pêncşem e.
- Îro înî ye.
- Duh çi roj bû? Duh ji rojan çi bû?
- Duh şemî bû.
- Duh yekşem bû.
- Duh duşem bû.
- Duh înî bû.
2. Dema ku navên roj, meh û werzan paşgira "-ê"yê digirin manaya "di wê demê da"yê dide.
- Em dê havînê biçin zozanan.
- Nîsanê kulîlkên daran dibişkivin.
- Înîyê li Hewlêrê betlane ye.
3. Ji bo sînorên dîyarkirî yên deman, qalibê "di ... da"yê tê bikaranîn:
Mînak
| di nîsanê da | di gulanê da |
| di biharê da | di havînê da |
| di payîzê da | di zivistanê da |
4. Bêjeya "kengê"yê ji bo pirsîna dema bûyîn û pêkhatina tiştan tê bikaranîn:
- Dawet kengê ye?
- Dawet roja yekşemê ye.
- Azmûn kengê ye?
- Azmûn roja sêşemê ye.
- Trên kengê derbas dibe?
- Trên roja pêncşemê derbas dibe.
- Cejn kengê ye?
- Cejn roja şemîyê ye.