ROJ, MEH Û WERZ
A-ROJÊN HEFTEYÊ, NAVÊN MEH Û WERZAN
1. Navên rojan
- duşem
- sêşem
- çarşem
- pêncşem
- înî
- şemî
- yekşem
2. Navên mehan
| 1. | kanûna paşîn |
| 2. | sibat |
| 3. | adar |
| 4. | nîsan |
| 5. | gulan |
| 6. | hezîran |
| 7. | tîrmeh |
| 8. | tebax |
| 9. | îlon |
| 10. | çirîya pêşîn |
| 11. | çirîya paşîn |
| 12. | kanûna pêşîn |
3. Navên werzan
- bihar
- havîn
- payîz
- zivistan
B-PIRSÎNA NAVÊN ROJ, MEH Û WERZAN
1. Ji bo pirsîna rojan em "çi"yê bi kar tînin.
- Sibeh çi roj e?
- Sibeh ji rojan çi ye?
- Sibeh şemî ye.
- Sibeh yekşem e.
- Sibeh duşem e.
- Sibeh pêncşem e.